26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Kongreya Kurd ji 15 heta 17ê Îlonê tê lidarxistin

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info/ Roja lidarxistina Kongreya Netewî ya Kurd, ku wê li Hewlêrê were çêkirin, eşkere bû.

Hat ragehandin ku, kongre wê roja 15 meha Îlonê li darkeve û 3 rojan dirêj bike (ji 15 heta 17 mehê).

Di vê kongreyê wê ji her çar perçeyên Kurdistanê delege beşdar bibin. Her beşekî Kurdistanê wê delegeyên xwe hilbijêre û bişîne kongreyê.

Heta niha ne diyare, ji kîjan beşî wê çend delege beşdar bibin û wê para kîjan partî û rêkxistina sivîl çend kes bin.

Hejmara endaman dê 600 kes be, her wiha wê 300 mêvan jî di kongreyê de, amade bibin

Nûçeyên têkildar