26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Lijneya şopandina rastiya komkujiyê li rojavayê Kurdistanê ye

Çavkanî: KDP.info

Rojavayê Kurdistanê-KDP.info/ lijneya şopandina rastiya komkujiya kurdên rojavayê Kurdistanê ji aliyê çekdarên îslamî yên radîkal ve, li rojavayê Kurdistanê ye.

 Lijneya şopandina rastiya komkujiya kurdên rojava ku çend roj bû ji aliyê PYDê ve dihat astengkirin, Duhî (19.08.2013) gihîşt rojavayê Kurdistanê.

 Tê zanîn, li ser daxwaza serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî lijneyek bo şopandina rastiya komkujiya kurdên rojavayê Kurdistanê pêk hatibû û ji nûnrên her çar parçeyên Kurdistanê pêk tên, lê heta niha PYDê nehîştibû lêjne derbasî rojava bibin.

 Tê hêvîkirin ku di çend rojên bê de lijneya şopandina rastiyan rapora xwe li ser rewşa kurdên rojavayê Kurdistanê pêşkêşî kumîteya amadekar a Kongreya Neteweyî ya Kurd bikin.

Nûçeyên têkildar