Serok Barzanî serdana penaberên rojavayê Kurdistanê kir

Piştî nîvroya duhî dûşemiyê 19.08.2013ê Mesûd Barzanî serokê Herêma Kurdistanê bi mebesta ji nêzîk ve agahdarbûn ji rewşa jiyana wan û dabînkirina pêdiviyên jiyana rojaneya wan serdana cihê nîştecîhbûna xuşk û birayên Rojavayê Kurdistanê yê li Kevirgosik kir.
Li gel gihîştina serok Barzanî, ji aliyê xuşk û birayên Kurdên Rojava ku nîştecihê Kevirgosikin bi girseyî û gelek bi germî hate pêşwazî kirin û nîştecîhvanan bi xêrhatina Barzanî kirin û xweşhaliya xwe bi vê serdanê derbirîn û gotin:
- Ev serdana we wê wateyê digihîne ku hûn xemxûr û kesukarê me ne, ev serdana we li xem û azarên me kêm dike. E spasiya xelk û hêzên Pêşmergeyên Zêrevanî dikîn ku li van çend rojan de berdewam li gel me da bûne. Ji bo bi hewarhatin û pêşkêşkirina pêdiviyên jiyanê yên rojane, em spasiya sazî û rêxistinên Hikûmeta Herêma Kurdistanê dikin.
Di vê serdanê de serokê Herêma Kurdistanê rewşa jiyana wan pirsî û gelek bi germî bi xêrhatinê li wan kir û got:
- Bi xêrhatin, hûn xûşk û birayên mene û hun li nav mal û kesukarê xwe ne û li welatê xwe ne û li mala birayên xwe ne. Bi piştgiriya xwedê li zûtirîn demê de ev rewşa xeraba ku li ser we de hatiye tê çareserkirin û hûn bi serbilindî vedigerin ser mal û halê xwe. Heta wê demê jî em bi hemû şiyanek ve di xizmeta we yên ezîz dane.
Serokê Kurdistanê li hember wê rêkupêkiya erkê neteweyî û nîştimaniya xwe ya beramber xuşk û birayên Rojavayê Kurdistanê bi cîh kirine sipas û pêzanînên xwe pêşkêşî cemawerê bajarê Hewlêr û derdûra wê û hêzên Pêşmergeyên Zêrevanî û hêzên polîs û berpirsên navçeyê û waliyê Hewlêr û aliyê peywendîdaran kir.
Hêjayî gotinêye di van çend rojan de hejmarekî zêdeyê xuşk û birayên Kurdê Rojava koçbarî Herêma Kurdistanê bûne û hêzên Pêşmergeyên Zêrevanî û saziyên peywendîdar rolekî ber bi çav li yarmetîdan û veguhestina wan û dabînkirina cihê jiyan û hevkariya tendirustî û xwarinê de bi taybetî li nêzîkî bîst û çar demjimêrên derbasbûyî de bi awayeke berdewam hebûye




