ENKS 12 kesan destnîşan dike bo kongira Qahîre

Encûmena Niştimaniya Kurdî li Sûriye (ENKS) 12 kesayetî ji Encûmen destnîşan kirin bi mebesta beşdarî kirina wan di kongira opezisona Sûriyê de li Qahîre ku bi serpereştiya komkara Erebî tê saz kirin.
Li gor zaniyariyên gehîştine Mîdyanews jêderên agehdar xuya kirin ku şanda Kurdî ji endamên komîta derve yê Encûmen pêkhatiye ewan jî, Welîd Şêxo, Ebdilhekîm Beşar, Ebdilhemîd Hec Derwîş, Telal Paşa, Beşar Emîn, Kamîran Hac Ebdo, Nesridîn Îbrahjîm, Şêx Mirşid Xizewî, Cemal Seyda û Xeyredîn Mûrad, di gel ciwanekî ji hemahengiyên ciwanan û jinekê, ta niha nehatin destnîşan kirin.
Tê zanîn opezisyona Sûriye komîtek amadekar di kongira xwe li Istenbolê de damezrand bi mebesta amadekiriyê bo kongireyekî berfireh li Qahîre ku hemû aliyên opezisyona Sûriye di despêka meha dahatî de beşdarî bikin, bi hêviya ku hemû alî bighînin rêkeftinekê sebaret bi rewşa niha ya li Sûriye.
Hêjayî gotinê ye aliyên Ereb yên beşdar di kongira dawî ya Istenbolê de daxwazên Kurdan nepejirandin, ev bûye egera vekêşanda Kurdan ji vê kongirê û hejmarek ji kongirên din ku mebesta wan yekxistina rêzên opezisyona Sûriye bû.
Cihê gotinê ye ku ENKS ku aliyê Kurdî yê serekiye, daxwaza danpêdana bi mafê çarenivîsê dikin ji bo Kurdan li Sûriye da ku li gorî vî mafî Kurd bikarin bi awayekî deseladariya herêmên Kurdî bikin ku bi deselata navendî ve ne girêdayî be.
Ji aliyê xwe ve Ismaîl Hemê serokê ENKS bo ajansa Mîdyanews got, “Hinek alî hewil didin Kurd di rewşa xwe ya niha de bimînin, dixwazin doza Kurdî ya rijêma Sûriya têkdaye jî wek xwe bimîne herwiha siyasetên ku rijêm bi ser Kurdan sepandina wek berê bimînin”.
Herwiha got, “ENKS bi aliyê niştimanî ve girêdayî ye û dixwaze siyasetên çewt yên rijêm li dijî gelê Kurd serest bike” herwiha daxuyan, “Kêşeyeka Kurdî demdirêj heye û ew kesên dixwazin vê mijarê paşguh bixin pêwîste xwe ji nexaşiya regezperestiyê rizgar bikin”.
Tê zanîn Kurdên Rojavayê Kurdistanê ku hejmara wan nêzîkî 3 milyon kese ji despêka şoreşa Sûriya de tevlî çalakiyan bûn û di xwepêşandanê xwe de daxwaza roxandina rijêma Beşar El-Esed kirin.




