Erdogan: Pêwîstiya Tirkiyê bi destûreke sîvîl heye

Tirkiye-Ajans/ Serokwezîrê Tirkiyê Receb Tayîb Erdogan ragihand ku ji bo destûreke bingehîn a nû soz dabûn, ji ber ku pêwîstiya Tirkiyê bi destûreke bingehîn a sîvîl heye.
Recep Tayîp Erdogan li bajarê Bursa yê Tirkiyê di civînek ligel endamên AKPê diyar kir ku wan despêkê bi partiyên opozîsyonê re (CHP, MHP û BDP) li ser 48 madeyan li hevkiribûn, lê niha ew made gihiştine 61an.
Serokwezîrê Tirkiyê dest nîşan kir ku wan ewqas tekez nekin ku, ya bila sîstema serokatiyê bibe yan jî qet nebe, ew naxwazin wê biryarê bi tenê bistînin û nêrîna opozîsyonê jî pir pêwîste.




