Serokatiya Parlemen û komisyona serbixwe ya hilbijartinan civiyan

Hewlêr-KDP.info/ Duhî yekşema (18.08.2013) bi merema gengeşekirin derbarê çawetiya çareser kirina kêşeya navên kesên mirî û ev kesên ku, navên wan dubare hatine nivîsandin, Serokatiya parlementoya Kurdistanê û komisyona serbixwe ya hilbijartinan civiyan.
Beriya çend rojan komisyona serbixwe ya hilbijartinan di nameyekî de ji Serokatiya parlementoya Kurdistanê re eşkere kiribû ku, bo serras kirina lîsteya navên dengderên Kurdistanê pêdeviya wan bi demê heye lewre pêşniyara paşde xistina hilbijartinên perlementoya Kurdistanê kiribû.
Komisyona serbixwe ya hilbijartinan herwiha daxwaz kiriye ku, hilbijartinên parlemen û parêzgehên Kurdistanê bihevre werin birêvebirin.
Ji aliyê xwe ve şêwirmendê ragihandinê yê serokê parlamentoya Kurdistanê Tariq Cewher diyar kir ku komîsyona bilind a hilbijartinan daxwaza paşvexistina hilbijartinên parlamentoyê kiriye lê serokê parlamentoyê Erselan Bayîz razî nîne hilbijartinên parlamentoyê were paşxistin




