Leyla Zana û Erdogan dê Şembîyê Dîdar Bikin
Jêderên ragihandinîyên Turkiyeyê belav kirine, ku roja şembîyê Receb Teyib Erdogan serok wezîrê Turkiyeyê dê li gel siyasetvana navdar û parliyamentera Kurd a bakûrê Kurdistanê Leyla Zana kom bibe û bi hev re basa pirsgirêka Kurd û rêyên çareserkirina evê pirsê bikin.
Li gor jêderên nûçeyan ên Turkî, dê serok wezîrê Turkiyeyê Receb Teyib Erdogan roja şembîyê pêşwazîyê li parliyamentera Kurd Leyla Zana bike û bi wî re di bareya pirsa Kurd de guftûgoyan bike.
Ew kombûna navbera Erdogan û Leyla Zana piştî ewê çendê dihê, ku parliyamentera Kurd Leyla Zana di bêjedanekê de ji dezgehên ragihandinîyên Turkiyeyê re gotibû wê bawerî bi ewê yekê heye ku Erdogan dikare pirsa Kurd li Turkiyeyê çareser bike. Zana dabû xuyakirin, ku hêşta ew ji Erdogan bê hêvî nebûye.
Piştî ewê daxuyanîya Leyla Zana, serok wezîrê Turkiyeyê Receb Teyib Erdogan her zû bersiva wê da û ragiahnd, ku gotinên Zana cihê dilxweşî ne û rastin. Erdogan herwisa da xuyakirin, ku ew amade ye bi Zana re kom bibe, heger ew bi fermî daxwaza dîtina wî bike.
Hatiye ragihandin, ku kombûna navbera Zana û Erdogan dê li baregeha AKP ya li Enqere´yeê (Ankara´yê) be.




