26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

Sûriya, Di berdewamiya tundiyê de 150 kes hatin kuştin

Çavkanî: KDP.info

 

Berî dû rojan ji saz kirina civîna navdewletî sebaret bi vedîtina çareseriyê ji bo Sûriye, di gel berfireh bûna qada şer di navbera hêzên ser bi rijêma Sûriye û hêzên çekdarên Opezisyon li deverên cuda yên Sûriye, îro pênşemê  150 kes hatin kuştin hevdem peqînek li Şama paytext rûda.

 

Di vê barê de ajansa Mîdyanews belav kir ku Dezgeha Çavdêriya Mafê Mirovan li Sûriye bo ajansa AFP ragehandiye, li encama şer û pevçûnên di navbera hêzên artêşa Sûriye azad yên Opezisyon û hêzên rijêma Sûriye, di gel operasyonên topbarankirinê ji aliyê hêzên rijêm ve li deverên cuda yên Sûriye 150 kes hatin kuştin. 

 

Jêdera bûrî herwiha xuya kir ku di şer û pevçûnên di navbera hêzên artêşa Sûriye azad yên Opezisyon û hêzên rijêma Sûriye de 69 kes hatin kuştin.


Ji aliyeka din ve Komîta Giştî ya Şoreşa Sûriye ragehand ku hêzên rijêm hêriş birin ser bajêrokên derdora Şamê û li encamê ziyanek mezin gehîşte hejmarek ji malan û hejmarek din jî bi temamî hatin hilweşandin.

 

Her vê jêderê xuya kir ku 4 endamên hêzên rijêm li devera Seyîde Zeyneb li nêzîkî şamê ji aliyê çekdarên opezisyon ve hatin kuştin.

 

Herwiha xuya kir ku li bajêrê Humsê li taxa Xalidiyê û taxên kevin û derdora bajêr li Qisêr, bajêroka Husin û Risten û li cihên din şer û pevçûnên tund rûdan.

 

Li bajêrê Dêrazorê jî li encama pevçûnan 8 kes hatin kuştin ji wan jinek û zarokek hebûn, li Parêzgeha Deraa jî li bajêrokên derdora bajêr 3 kes hatin kuştin.

 

Li parêzgeha Edlibê jî li bajêroka Xanşêxonê û Meerê 2 kes hatin kuştin.

 

Li encama şer û pevçûnên li parêzgehên, Dêrazorê, Deraa, Humis, Edlib û Helebê bi kêmî ve 19 endam ji hêzên rijêma Sûriye hatin kuştin ji wan efserek bi pileya kolonêl e(Muqadem).

Nûçeyên têkildar