Mela Beşîr ji xelkê Hewlêrê xwest wek erkekî olî û mirovatî hevkariya Kurdên Rojava bikin

Hewlêr-KDP.info/ Piştî ku di çend rojên borî borî de nêzîkî 5 hezar penaberên Rojavayê Kurdistanê berê xwe dan Herêma Kurdistanê , mamosteyekî olî daxwaz dike ku xelkê Hewlêrê wek erkekî olî û mirovatî hevkariya Kurdên Rojava bikinku niha koçber bûn, çûnkî hevniştimanên me û birayên me di jiyanek xirap de dijîn.
Dr. Beşîr Xelîlî Hedad bi daxuyaniyek rojnamevanî ragihand: Di çend rojên borî de 5 hezar Kurdên Rojavayê Kurdistanê ji mala xwe derbederbûne û di encama şer û pevçûnên li sûriyê berê xwe dane bajarê Hewlêrê û bajarên din yên herêmê û niha hewla bicîkirina wan tê kirin.
Mamosteyê olî got: Hatina 5 hezar kes bi yek carî bargiranî dixe ser mile xelkê wê navçane ku lê bi cî dibin jiber vê jî daxwaza me ji xelkê bajarê Hewlêrê û dewrûberê wê yên xweştivî ewe ku bi hawara malabtên kurd ve biçin û bi her awayî wek erkekî olî û mirovatî hevkariya wan bikin û ji wê rewşa wan ya ne libar rizgar bikin çûnkî ew bira û xwîşkên mene û hevziman û ol û netewa me in.
Navborî got: ev hevkarî kirine tiştekî giran nîne çûnkî xelkê Hewlêrê bi wê yekê tên nasîn ku herdem xizmeta lêqewimiyan kiriye û berê jî wek hevkariya Barzaniyan û xelkê Helebçe û ew hembêz kirine




