Hêşta dema serdana Malikî bo Hewlêrê nehatiye diyar kirin

Hewlêr-KDP.info/ Felah Mistefa berpirsê têkeliyên derve yê hikûmeta herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de ji malpera Rûdawê re got ku, ji ber xerabiya rewşa emnî li Îraqê hêşta dema serdana serokwezîrê Îraqê Nurî Malikî bo herêma Kurdistanê nehatiye diayr kirin.
Saziyên mediyayê wisa ragehandibû ku, serokwezîrê Îraqê Nurî Malikî piştî cejina Remedanê serdana herêma Kurdistanê bike û li ser pirsên hilawîstiyên navbera Hewlêr û Bexdayê danustandinan bi berpirsên Kurdistanê re bike lê xerabiya rewşa siyasî û emniya Îraqê serdana Malikî bo Hewlêrê paşxist û rewşa emnî baş bibe, Malikî dê serdana Hewlêrê bike û digel berpirsên herêma Kurdistanê li ser pirs û dosyeyên giring danustandinan bike.
Weke tê zanîn piştî sê salan ji dabirînê, serokwezîrê Îraqê di 6ê hizîrana borî de serdana herêma Kurdistanê kiribû û digel serok Barzanî û serokwezîrê Kurdistanê civiya bû. weke bersivdana serdana Malikî bo Hewlêrê, di roja 7ê tîrmeha borî de serokê Kurdistanê serdana Bexdayê kir û çend komîteyken taynetmed ji bona çaresrerkirina pirsgirêkan pêkanîn




