Opezisyûn, pêşniyara Anan napejirîne heger çûna Esed têde nebe

Îro pênşemê Opezisyûna Sûriya ragehand ku ew pêşniyara Kofî Anan nûnerê Navdewletî bo aştiyê li Sûriye napejirînin heger çûna Beşar El-Esed bi zelalî tê de netê xuya kirin.
Ajansa Mîdyanews belav kir ku jêderên dîplomasî ji Netewên Yekbûyî xuya kirin ku pêşniyara Kofî Anan bo dawî anîna tundiyê li Sûriye zelal nîne sebaret bi çûna Beşar El-Esed ji deselatê.
Di vê barê de Semîr Neşar endamê Ecnûmena Niştimaniya Sûriye (ENS) bo Ajansa Ruters got, “Pêşniyara Kofî Anan hîn zelal nîne, em jî dibêjin, heger di pêşniyara Anan de bi zelalî çûna El-Esed xuya nebe em vê pêşniyarê napejirînin”.
Tê zanîn dîplomatkarên ser bi Netewên Yekbûy aşkira kirin ku di kombûna roja Şemiya dahatî de, pêşniyara Anan yek ji xalên serekîye di guftogoyên endamên Encûmana Asayîşê ser bi Netewên Yekbûyî di gel welatên serekî yên Rojhilata Navîn re.
Ji bal xwe ve Neşar got, “Heger pêşniyara Anan bi zelalî bêje ku pêwîste El-Esed here, di wê demê de hizra beşdariya endamên din ji hikûmeta niha ya Sûriyê dê bibe cihê dan û stanan”.




