25/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

UNHCR: Hatina koçberên Sûriyê bo Kurdistanê zêde bûye

Çavkanî: KDP.info

 Ajans-KDP.info/ Rêxistina UNHCR a ser bi Neteweyên Yekbûyî ragehand ku di hundirê vê hefteyê de çûna koçberên ji Sûriyê bo Herêma Kurdistanê bi awayekî neasayî zêde bûye û ew bi xwe jî nizanin sedema vê zêdebûnê çiye.

 Li gor beyannameyeke UNHCR’ê, tenê şeva pêncşemê 7 hezar û 750 hevwelatiyên Sûriyê di deriyê sînor û Pêşxabûr re hatine Herêma Kurdistanê ku piraniya wan xelkê Rojavayê Kurdistanê ne.

 Di vê derbarê de Berdevkê UNHCR wiha dibêje: ‘’Di hundirê vê hefteyê de bi hezaran hevwelatiyên Sûriyê ku piraniya wan xelkê bajarê Heleb û derdora wê bûn, berê xwe dane Herêma Kurdistanê. Tenê roja pêcşemê zêdeyî 7 hezar hevwelatiyên Sûriyê gehiştina nav axa Herêma Kurdistanê. Bi rastî em jî nizanin sedema vê zêdebûna ji nişka ve çiye.’’

Heman berdevkî da zanîn ku niha hejmara koçberên Sûriyê li İraqê gehiştiye zêdeyî 160 hezar kes û piraniya wan jî li Herêma Kurdistanê bicîh bûne.

Nûçeyên têkildar