Kongreya Neteweyî ya Kurd hat paşxistin

Hewlêr-KDP.info/ Komîteya amadekar a Kongreya Neteweyî ya Kurd dema sazkirina kongreyê guhert û biryar da kongre meha îlona îsal bê sazkirin.
Endamên kumîteya amadekar a kongreya neteweyî roja (15.08.2013) civiyan û li ser hinek mijaran gotûbêj kirin.
Hat zanîn ku, ji ber ku heta dema lidarxistinê kongreyê (24ê Tebaxê) derfetk kêm maye û amadekarî jî xilas nebûye neçar dimînin kongreyê paş bixin û meha îlonê saz bikin.
Endamê kumîteya amadekar dr. Kemak Kerkûkî jî ragihand, dê dema sazkirina kongreyê di civîneke rojnamevanî de û bi amadebûna hemû endamên kumîteyê ji raya giştî re were eşkerekirin.
Hêjayî gotinê ye ku, biryar bû kongreya neteweyî 24ê Tebaxa 2013 li Hewlêrê bê sazkirin.




