Cîgirê serokwezîrê Kurdistanê 67 saliya PDKê pîroz kir

Îmad Ehmed cîgirê serokwezîrê Kurdistanê, bi minasibeta 67 saliya damezrandina Partiya Demokrata Kurdistanêl (PDK) peyameke pîrozbahiyê pêşkeşî serokatiya PDKê kir.
Cîgirê serokwezîrê Kurdistanê di peyama xwe de bi germî pîrozbahiyê li tev endam û alîgirên Partiyê dike û hêvî dike ku, salvegera damezrandina PDKê palder be ji bo bidestvehatina mafên gelê kurd û parastina destkeftiyan.
Ev li jêr teksta peyama cîgirê serokwezîrê Kurdistanê:
Bo Mekteba siyasiya Partiya Demokrata Kurdistanê birêz
Bi minsibeta 67saliya damezrandina Partiya Demokrata Kurdistanê germitirîn pîrozbahiya li we yên birêz û tev endam û alîgirên partiya we dikim.
Ez hêvî dar im ku, salvegera damezrandina Partiya Demokrata Kurdistanê palderek be ji bona zêdetir bidestveanîna mafên gelê kurd û parastiba destketiyan û bidestanîna mafên heta nuha li ser astê Kurdistanê bidest nehatine û zêdetir geşkirina civaka me be. Herwesa li ser astê Îraqê jî em hemû bi hev re bikarin baştir îsrarê li ser azadî, demokrasî û mafên xwe bikin, daku bi kiriyar îdyuma îraqa nû, dûr ji diktatorî û şoveniyê biçespînin û mafên tev pêkhat, netewe û olan misoger bikin.
Careke din ev minasibete li we pîroz be.
Îmad Ehmed
Cîgirê serokê hikûmeta Kurdistanê.




