Hikûmeta Kurdistanê beşdariyê di konferensa NY a rewşa mafê mirovî dike

Heyeteke hikûmeta herêma Kurdistanê ku, ji Karwan Cemal cîgirê berprisê fermangeha têkeliyên derve û Dîndar Zêbarî alîkarê berpirsê têkeliyên derve bo karûbarên rêxistinên navdewletî pêkhatibû, digel heyeteke wezareta karên derve ya hikûmeta Îraqê beşdarî di 20-mîn konferensa Neteweyên Yekgirtî li ser rewşa mafên mirovî kir.
Neteweyên Yekgirtî her sal li ser rewşa mafê mirovî li cîhanê raporekê belav dike. Wezareta derve ya Amerîkayê jî her sal li dor rewşa mafê mirovî li cîhanê rapora xwe belav dike. Beşdarîkirina heyeta hikûmeta herêma Kurdistanê di konferensa li ser rewşa mafê mirovî pir giringe, ji ber ku ev konferens piştî belavbûna rapora Neteweyên Yekgirtî û rapora wezareta derve ya Amerîkayê li Swîsrayê tê saz kirin.
Ev konferens derfetek gelek baş bû ku şandeya herêma Kurdistanê rastiya rewşa mafê m irovî li herêma Kurdistanê, bi tyabetî rewşa mafê kêmneteweyan, ji beşdarên konferensê re diyar bikin
Şandeya hikûmeta herêma Kurdistanê tekîd kir ku herêma Kurdistanê bi yasayên navdewletî ji bo parastina mafê mirovî pabend e û ofîsa mafê mirovî a ser bi Neteweyên Yekgirtî di rapora xwe ya vê dawiyê de behisa rola hikûmeta herêma Kurdistanê di baştirkirina rewşa mafê mirovî li herêma Kurdistanê kiriye.




