26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Hikûmetê peyameke sersaxiyê ji malbata hunermend Celal Beyarman re şand

Çavkanî: KRG.org

Srokatiya hikûmeta herêma Kurdistanê peyameke sersaxiyê ji malbata hunermendê naskiriyê xelikê bajarê Hewlêrê Celal Beyarman şand.

Serokatiya hikûmeta herêma Kurdistanê di peyama xwe de dibêje:
 Me bi dilekê pir xem û kovan nûçeya wefatkirina ji nişkave ya hiunermendê naskiriyê bajarê Hewlêrê Celal Beyarman bihîst. Bi vê minasebeta xemgîn em hevxemiya xwe bo wefatkirina hunermend Celal Beyarman ku, bi salan xizmeteke ber bi çav a huner û diramaya kurdî kiriye diyar dikin û sersaxiyê li malbata Xwedêjêrazî dikin.

Serokatiya hikûmeta herêma Kurdistanê di peyma xwe a sersaxiyê de daxwazê ji xwedayê mezin dike ku, xwedêjêrazî Celal Beyarman bi beheştê şad bike û sebir û tehemulê bide malbata wî 

Nûçeyên têkildar