26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

Xelyûn: Di çend heftiyên bûrî de axaftin li ser parçekirina Sûriyê zêde bûye

Çavkanî: KDP.info

Sûriyê-Ajans/ Serokê berê yê Encûmena Niştimanî ya Sûriyê, Burhan Xelyûn diyar kir ku di çend heftiyên bûrî de axaftin li ser parçekirina Sûriyê zêde bûye.

 Burhan Xelyûn ragihand ku ji bilî raportên medyayê, hinek aliyên siyasî û dîplomasî yên navxwe û navdewletî jî mijara parçekirina Sûriyê bi hinek aliyên Herêmî û Navnetewî re guftûgo dikin.

Xelyûn diyar kir ku berdewamiya şerê navxwe, nebûna çareseriyê û bêhêvîtiyê hiştine ku projeyên parçekirinê bikevin rojevê de.

 Ji aliyê xwe ve, serokê Hevpeymaniya Niştimanî ya Sûriyê, Ehmed Asî el-Cerba ji ajansa nûçeyan ya Elmanî re ragihand ku rejîma Esed li ber mirinê ye.

 El-Cerba got ku dilîveka zêrîn li pêş gelê Sûriyê heye, ji ber ku opozisyon di jêr sîwana Hevpeymaniyê de yekbûyî ye û Artêşa Azad pêşketinan li ser erdê tomar dike.

 Serokê Hevpeymaniyê bang li hemû aliyan kir da ku xwe ji dijberiyên siyasî dûr bixin û vê derfetê ji bo berjewendiyên şoreşê bikar bînin.

Nûçeyên têkildar