26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

Misrê: Bi sedan kuştî û bi hezaran birîndar

Çavkanî: KDP.info

Misir-KDP.info/ Li Misrê piştî ku ev demeke dirêje li meydanên Qahîreyê alîgirên Mursî çalakiyan dikin û duhî êrîşeke dijwar pêk hat. Bi sedan kes mirin û bi hezaran birîndar bûn.

 Duhî çarşemê di saetên sere sibehê de li hemberî xwepêşendarên alîgirên Mursî êrîşên tund pêk hatin. Derbarê bîlançoya êrîşan de hejmarên nakok hene. Birayên Misilman diyar kirin ku komkuijyek pêk hatiye û 500 kes mirine û nêzîka 10 hezar kes jî birîndar bûne.

 Wezareta Tendirûstiyê jî îdia kir ku 5 ji hêzên ewlekariyê bi giştî 15 kes mirine û 179 kes jî birîndar bûne. Nûçegîhanê Ajansa nûçeyan a Fransayê  jî diyar kir ku 3 jê di morgê de bi giştî 124 cenazeyên çalakvanan dîtine. AFP’ê da zanîn ku ev bîlanço tenê ya Meydana Rabîaye. Çalakvanan jî destnîşan kir ku nêzîka 2 hezar û 200 kes mirine û ne mimkune di şertên heyî de bê piştrastkirin

Nûçeyên têkildar