Bi amadebûna Serok Barzanî 30 saliya Enfalkirina 8 hezar Barzaniyan hate bîr anîn

Duhî li ser goristana Enfalan ya li devera Barzanê bi amadebûna Serokê Kurdistanê birêz Mesûd Barzanî merasimek hate sazkirin.
i vê merasima han de ku, ji bo bîranîna 30 saliya enfal kirina Kurdên Barzanî de hatiye organîzekirin hijmareke zêde nunerên welatên biyanî, Konsolos, Parlementer û rayedarên hikûmeta Kurdistanê jî amadebûn û merasima han bi deqîqeyek rawestan bo Şehîdan û xwendina çend ayetek ji qoranê destpê kir û pişt re jî çendîn peyv û gotar di derbarê enfal û karesatên din yên ku, ji aliyê rejîma Baesê ve li ser Kurd hatine meşandin hatin pêşkêşkirin.
Hêjayê gotinê ye ku, beriya 30 salan rejîma baesê zêdetir ji 8 hezar Kurdên Barzanî binçav kir û bo çolên başûrê Îraqê weguhast û pişt re jî tevahiya han enfal kir.




