Serokwezîrê Kurdistanê roja hilbijartina civatên wîlayetan diyar kir

Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê Kurdistanê duhî bi nameyeke fermî bersiva komisyona balaya serbixweya hilbijartinan da û di nameya xwe de dema hilbijartinên civatên wîlayetên herêma Kurdistanê diyar dike.
Serokwezîrê Kurdistanê di nameya xwe de roja 21.11.2013ê ji bo encamdana hilbijartinên civatên wîlayetên herêma Kurdistanê diyar kiriye. Nêçîrvan Barzanî, hewesa di nameya xwe de ji bona serxistina pirosesa hilbijartinên civatên wîlayetên herêma Kurdistanê û xurtkirina prensîpên demokrasî û azadiyê li herêma Kurdistanê, piştevaniya xwe ji bo xebatên komisyona balaya serbixweya hilbijartinan nîşan dide.
Weke tê zanîn hilbijartinên parlamentoya Kurdistanê di 21.09.2013ê de tên kirin.




