Emerîka piştgirîya Iraqeke demokrat û federal dike

Birêz Fuad Husên Serokê Dîwana Serokayetiya Herêma Kurdistanê duhî çarşem 14/08/2013 li avahiya Dîwana Serokayetiya Herêma Kurdistanê bi amadebûna birêz Felah Mistefa Berpirsê Fermangeha Peywendiyên Derveyê Hikûmeta Herêma Kurdistanê pêşwaziya Senator Bob Korker Endamê Lîjneya Peywendiyên Derveya Encumena Senatoya Emerîka û şandekî li gel kir ku ji birêz Doglas Sîlîmin Cîgirê Balyozê Wîlayetên Yekgirtiyê Amerîka li Iraq û Joseph Pingtin Konsolê Giştî yê Emerîka li Herêma Kurdistanê û hejmarek li hevkarên wî pêkhatibûn.
Li destpêka hevdîtinê de birêz Serokê Dîwan piştî bi xêrhatina Senator Bob Korker û şanda li gel, rêz û silavên birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê bi wan ragihand û tekez li ser girîngiya berdewamiya siyaseta Wîlayetên Yekgirtiyê Emerîkayê, ya li ruyê piştgirîkirina li Iraqekî demokrat û federal û pabendbûna bi destûr de kir.
Ji aliyê xwe ve jî Senator Bob got ew xweşhale bi wê yekê ku li çarçêweya serdana xwe ya Iraq û navçeyê de derfeta wî çêbû ku serdana Herêma Kurdistanê bike û ji nêzîk ve pêşketin û avadankariyên Herêma Kurdistanê bibîne.
Paşê Fuad Husên di derbarê rewşa emnî û siyasiya Iraqê de ji bo şanda mîhvanan axivî û tekez li wê yekê kir ku Herêma Kurdistanê rola xwe ya erênî ji bo xizmet gihandina pêvajoya demokrasî û siyasî û binyatnana Iraqekî demokrat û federal de hebûye û li ser bingeha destûrê ku mîsogeriya mafê hemû pêkhatên cûda cûdayên Iraqe. Her wiha helwesta Herêma Kurdistanê dûpatkir ku pabendbûna bi destûra bingehîna Iraqê û li ber girtina awayê diyalogê rêya bi tenê ye ji bo çareserkirina her kêşe û qeyranek.
Li mijareke dinê hevdîtinê de, Serokê Dîwan behsa peywendiyên di navbera Iraq û Herêma Kurdistanê li aliyek û welatên cîranan ya li ser bingeha parastina berjewendiya hevbeş kir. Her wiha balkişand li ser pêşketina wan peywendiyên li gel Tirkiye û Komara Îslamiya Îranê.
Di derbarê rewşa Sûriye jî Fuad Husên tîşk xiste li ser wan kêşe û aloziyên îro li wî welatî tê dîtin û behsa wê yekê kir ku ew kêşe encam û bandora xwe li ser Iraq û Herêma Kurdistanê jî heye û li vî derbarî de siyaseta Herêma Kurdistanê xisterû ku xwazyarê dawî anîna şer û kuştar û tundutîjî û dabînkirina mafê gelê Kurd û pêkhatên dinê li Sûriyeya paşarojê daye.
Li dirêjiya hevdîtinê de tekez li ser girîngiya zêdetir pêşketina peywendiyên di navbera Wîlayetên Yekgirtiyê Emerîka û Iraq û Herêma Kurdistanê û dostayetiya gelê Kurdistan û gelê Emerîkayê kir û Serokê Dîwan wê yekê xisterû ku Herêma Kurdistanê xwazyare hilbijartinên pêş yê Iraqê, aramî û berev pêşvebirina pêvajoya siyasî û demokrasiyê bîne.
Di derbarê wan amadekariyan jî ku ji bo sazkirina Kongreya Neteweyî ya Kurd li holê daye, Fuad Husên got ku gelê Kurdistan çend salekî dûr û dirêje bi navê aştî û pêkanîna aştivaniyê têkoşînê daye û îro jî dixwaze li vê Kongreya Neteweyî de peyama xwe ya kevin ku peyama aştî û pêkvejiyana hemû gelên navçeyê û raya giştiya navdewletiye jî rabigihîne




