26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

Emerîka: Beşar Esed careke din nikare hemû Sûriyê kontrol bike

Çavkanî: KDP.info

Emerîka-Ajans/ Cîgira berdevkê wezareta derve ya Emerîka, Marie Harf ragihand ku rejîma Beşar Esed êdî nema dikare ji nû ve hemû navçeyên Sûriyê kontrol bike.

 Marie Harf diyar kir ku opozisyona Sûriyê di çend heftiyên borî de pêşketinên leşkerî li ser erdê tomar kirine.

 Harf helwesta Emerîka careke din bi bîr anî û wiha got: "Divê çareyeke siyasî li ser bingehê daxuyaniya Cenêv ji kirîza Sûriyê re were dîtin. Divê Esed dev ji desthelatê berde û desthilatdariyên xwe radestî hikûmeteke veguhêz bike."

 Di vê heftiyê de du sal li ser bangên serokê Emerîka Barack Omama ji Esed re da ku desthelatê bicih bihêle derbas dibin.

Nûçeyên têkildar