26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

Di meha Remezanê de 670 Iraqî hatine kuştin

Çavkanî: KDP.info

Bexda-KDP.info/ Berpirsên hikûmeta İraqê eşkere kirin ku meha Remezana îsal yek ji mehên herî bixwîn bûye û ragehandin ku di encama kiryar û êrîşên terorîstî de 670 kes hatine kuştin.

 Li gor Reutersê, di hersê rojên Cejna Remezanê de kar û kiryarên terorîstî berdewam bûn û doh li bajarê Bexdayê otomobîleke bombebarkirî hat teqandin û di encam de 60 kes hat kuştin û sedan kes jî birîndar bûn.

Berpirsên ewlekariyê yên İraqê jî dibêjin ku asta têkçûna rewşa İraqê gehiştiye asta salên 2003-2005’ê ku rojane bi dehan teqîn çêdibûn û li gor amarên herî nû, tenê di heşt mehên îsal de zêdeyî 4 hezar İraqî hatine kuştin û 9 hezar û 865 kes jî birîndar bûne.

 Di vê derbarê de berpirsên Amerîkayê jî bêdengiya xwe şikandin û ligel şermezarkirina êrîşên vê dawiyê yên ku li İraqê tên kirin, gotin; ‘’Ew xwekuj li dijî Îslamê ne jî.’’

Nûçeyên têkildar