Fiwad Huseyîn: bêjedanên Nûrî Malikî cihê metirsîyê ye

Îro çarşemê 27/06/2012 Serokê dîwana serokatîya Herêma Kurdistanê Fiwad Huseyîn ragihand, ku bêjedanên dawîyên Nûrî Malikî serokê hukûmeta Iraqê di derbarê parlîyamenta Iraqê de, binpêkirina destûrê ye û metirsîdar e.
Di evê derbarê Fiwad Huseyîn di bêjedaneka rojnamevanî de got, " mafê Malikî nîne ku biryarê li ser nebûna vepirsînê bide û ev biryara han jî li gorî destûrê di destê parlîyamentê ye".
Fiwad Huseyîn gelekî sersorman bû ji bêjedanên Nûrî Malikî yên di derbarê çaksazîyên parlîyamentê, ku wî jî armancên axiftinên Malikî tênegihştîye.
Herweha Huseyîn amaje bi evê yekê jî kir, ku Malikî di bêjedanên xwe de, zimanê gefî bi kar anîyê û behsa revandina parlîyamentê dike û dibêje parlîyament di rewşa revandinê de ye, heger wisa ye kengî hatîye revandin? Kê parlîyamen revandîye?
Weha jî got, " Malikî digel hevpeymanîyên xwe ve 89 kursîyên xwe hene, ez di evê bawerîyê de me, ku ew tiştê Malikî behs lê kirîye cihê nakokîyê ye digel destûrê û pirosesa demokratîye, eve jî tirsê çêdike, eve jî weha dide nîşandan ku Malikî ti bawerîya xwe bi demokrasîyê nîne, ji ber ku parlîyamet beşeke ji demokratîyê li welêt".
Hêjayî gotinê ye, Nûrî Malikî di 24 evê mehê de di bêjedanekê de got, ez ne amademe bo vepirsînê herim ber dergeha parlîyamentê, heta wê demê çaksazî di desthilata yasadananê tê kirin.




