26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Şêrko Bêkes li Silêmanîyê hat veşartin

Çavkanî: KDP.info

Silêmaniyê-KDP.info/ Duhî termê Şêrko Bêkes ji Hewlrêr ve gihîjte bajarê Silêmanîyê û piştî ku li dezgeha çap û weşana Serdem merasimeke rêzgirtinê bo hate sazkirin, paşê bi amadebûna hejmareke berpirsên herêma Kurdistanê û malbat û kesûkar û heval û xotevîyên wî û hevwelatîyên Kurdistanê li parka Azadî ya evî bajarî hate veşartin.
 

Pêr termê helbestvanê navdarê Kurd Şêrko Bêkes bi rêya firokeyê ji Swêdê ve gihîjte Hewlêrê û bi amadebûna nûnerên serokê herêma Kurdistanê û serokê komara Iraqê û hejmarek berpirsên hikûmî û hizbî, di merasimeke hêja de li firokexaneya navdewletîya Hewlêrê pêşwazî li termê helbestvanê Kurdistanî Şêrko Bêkes hate kirin û tacên gul li ser tabûta wî hatin danîn

Nûçeyên têkildar