Hebîb Terfî: destûr rêya serekîye bo çareserkirina deverên dabrayîyên Kurdisanê

Serokê firaksîyona Miwantinîn li parlîyamenta Iraqê Hebîb Terfî ragihand, ku destûra herdemîya Iraqê, dosyayên deverên dabrayî çareser dike.
Di evê derbarê de li gorî rojnama Rudaw, Terfî ragihand, ku destûr Iraqê rêya herî serekîye û tak mîkanîzme bo çareserkirina hemû arîşeyên Iraqê.
Terfî weha jî da xuyakirin, ku her alîyek bernama taybeta xwe heye û mafê xwe ye jî berevanîyê lê bike.
Hêjayî gotinê ye, ku deverên dabrayî ji herêma Kurdistanê yek ji ewan arîşeyên ku heta niha di navbera herêma Kurdistanê û Baxdadê nehatîye çareserkirin, ev deverên han jî pêwîst bû di çarçoveya destûrê li gorî meda 140 bihatiba çareserkirin.




