D. Seayîd Xoşnaw heger rewayîya Parlîyamentê tunebe wê demê rewayîya Hukûmetê jî nîne

Ebdamê Hevpeymanîya Kurdistanî li parlîyamenta Iraqê D. Seayîd Xoşnaw ragihand, ku gotara serokê hukûmeta Iraqê dilgiranî pê ve xuyabû û li hember komîta vepirsînê gef li hemû tiştekî kir.
Herweha Xoşnav ragihand, ku bêjedanên Nûrî Malikî serokê hukûmeta Iraqê demargerî pê ve xuya bû, ku wî di bin bandora metirsîya vepirsînê de hemû alî gunehbar kir û desthilata yasadananê bi revandî bi nav kir.
Xoşanaw weha da nîşandan, ku heger ew rewayîyê bi ewê desthilatê nade wê demê hukûmeta wî jî bê rewayîye ji ber ku ev hukûmeta han bi dengê parlîyamentê hatîye pesend kirin.
Xoşnaw balkişand ser evê çendê, ku heger hemû alî bi rastî xema pirosesa sîyasîya Iraqê bixwen, heger Dewleta Yasa li ser mana Malikî di desthilatê de rijd be wê demê Kurd fikir li ser bijareka din dike, wek çawa di axiftina serokê herêma Kurdistanê de hatîye.




