Piştî nameya Serokê Kurdistanê, lijneyek ji bo Rojavayê Kurdistanê tê avakirin
Hewlêr-KDP.info/ Lijneya Amadekar a Kongreya Netewî a Kurd,lijneyek taybet ji bo Rojavayê Kurdistanê ava dike.
Li gor jêderên nûçeyan, Piştî ku Serokê Kurdistanê birêz Mesûd Barzanî nameyek pêşkêşî Lijneya amadekar a kongreya netewî ya kurd kiribû, hat ragehandin ku lijneya amadekar a kongreya netewî ya kurd, ji bo ku zanyarî û rastiya li ser nûçeyên komkujiya li dijî welatiyên sivil ên rojavayê Kurdistanê ya ji aliyê Cebhet El-Nusra ve tên kirin, dest bi karê avakirina lijneyek taybet dikin.
Serokê Kurdistanê birêz Mesûd Barzanî di nameya xwe de ji bo lijneya amadekar a kongreya netewî ya kurd ragihandibû, "ger ew zanyarî rast bin, jin, zarok û welatiyên kurd di bin gefên kuştin û ser birînê ya terorîstan de bin, wê demê Herêma Kurdistanê amadeye hemû şîyayên xwe we ji bo parastina welatiyên kurd ên li Rojavayê Kurdistanê bikarbîne."




