26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Serok Barzanî pêşwazîya Kemal Burkayî kir

Çavkanî: KDP.info

Duhî roja sêşemê, Mesûd Barzanî serokê herêma Kurdistanê pêşwazî li siyasetmedarê navdarê Kurd ê li bakûrê Kurdistanê Kemal Burkay kir, Serok Barzanî û Kemal Burkay di evê dîdarê de tekezî li ser rêya çareyên siyasî bo çareserkirina pirsa Kurd kirin.


Mesûd Barzanî û Kemal Burkay di evê dîdarê de basa vebûna Turkiyeyê bi rûyê pirsgirêka Kurd li bakûrê Kurdistanê kirin û ew siyaset û pêngav bi hokarek bo çareserkirina aştîyane ya gişt girift û pirsgirêkan dan zanîn.


Herwisa her du alîyan prosesa vebûna Turkiyeyê bi rûyê Kurd bi başî nirxandin û bi hev re li ser ewê çendê kok bûn, ku ew pêngava Turkiyeyê dibe hokarek  da ku bi rêya xebata siyasî û aştîyane çareserî bo gişt arîşe û giriftan bihê vedîtin û bi taybetî jî pirsgirêka Kurd li bakûrê Kurdistanê bi awayeke aştîyane bihê çareserkirin û mafê gelê Kurd li Turkiyeyê bihê berdestkirin.


Di dîdara navbera serokê herêma Kurdistanê û Kemal Burkay de, Bayram Bozyel serokê partîya maf û azadîyan (HAK-PAR) û Celal Yilidiz cihgirê serokê evê partîyê jî amade bûn.


Di beşeke evê dîdarê de basa peywendîyên navbera herêma Kuridtsanê û Turkiyeyê jî hatkirin, ku di ewan çend salên dawî de ber bi pêş ve çûneke baş di gişt biwaran de bi xwe ve dîtîye.


Ji alîyê xwe ve Kemal Burkay û şandeya pê re ezmûna herêma Kurdistanê bi berzî nirxand

Nûçeyên têkildar