26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Sirîlanka dixwaze têkeliyên xwe bi Kurdistanê re bihêz bike

Çavkanî: KDP.info

Di yekemîn serdana diplomatkarekî Sirîlankayê bo herêma Kurdistanê, îro li bajarê Hewlêrê Siyomît Nakandila sefîrê Sirîlankayê li Îraqê serdana fermangeha têkeliyên derve kir û ji aliyê Felah Mistefa berpirsê têkeliyên derve yê hikûmeta herêma Kurdistanê ve hat pêşwazî kirin.

Di dîdarekê de ku, Suham Cebelî alîkara berpirsê peywendiyên derve amade bû, Mistefa ji şandeya mêvan re behsa qonaxên pêşkeftina herêma Kurdistanê kir û got ku, miqayîse digel deverên din yên Îraqê, herêma Kurdistanê di nav aramî û îstîqrarê de dijî û vê yekê jî wisa kiriye ku, welatên cîhanê berê xwe bidin Kurdistanê û sermayerazandinê li Kurdistanê bikin.

Berprisê peywendiyan behsa vekirina nûneratî û konsulxaneyên welatên biyanî li herêma Kurdistanê kir û got ku, nuha 27 nûneratiyên welatên biyanî li herêma Kurdistanê û 14 nûneratiyên hikûmeta Kurdistanê li derve hatîne vekirin.

Sefîrê Sirîlankayê yê Îraqê di axaftinekê de got ku, ev yekem care ew serdana Rojhilata Navîn dike lê wî zaniyariyên baş li ser herêma Kurdistanê hebûn û got ku,  Sirîlanka jî lê dixebite ku, nûneratiya xwe li herêma Kurdistanê veke.

Weke tê zanîn sala 2003ê Sirîlankayê sefaretxaneya xwe li Îraqê daxistibû û carek din di sala 2012ê li Bexdayê vekir

Nûçeyên têkildar