25/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Parlementoya Kurdistanê Êrîşên li ser Rojavayê Kurdistanê şermezar kir

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info/ Duhî Serokatiya Parlementoya Kurdistanê bi weşandina daxuyaniyeke nivîskî êrîşên taqim û tîmên çete yên îslamî ên bo ser gelê Kurd li Rojavayê Kurdistanê de bi tundî mehkûm û şermezar kir.

 Serokatiya parlementoya Kurdistanê di daxuyaniya han de eşkere kiriye ku, kiriyarên grûp û taqim û tîmên çeteyên tundrew ên îslamî ti peywendiyeke wan bi ti yasa û zagoneke îslamî û asmanî re tuneye û li dijî mirovatî ne lewre em weke parlementoya Kurdistanê hevdem ligel mehkûm kirina wan êrîşên han, daxwaz ji tevahiya part û aliyên curbicur yên Kurdî ên li Rojavayê Kurdistanê de dikin ku, yekîtiya navbera xwe bihêztir bikin û bi yekîtî û yekrêziya xwe hewl bo parastina welatiyên Kurd û deverên Kurdî bidin.

Nûçeyên têkildar