Sûriye: Minix jî ket destê Artêşa Azad

Sûriye-KDP.info/ Li gor ajansan Artêşa Sûrî a Azad şevê din dest danî ser balafirxaneya leşkerî a li ser rêya Heleb û Tirkiyê. Her weha artêşa azad berê xwe jî dane Qerdahayê.
Tora Şam a nûçeyan jî a ser bi opozisyonê ragihandiye ku balafirxaneya Minixê bi temamî ketiye destê wan, her weha da zanîn ku êriş bi teqîneke xwekujî ku xwe tevî panzêrekê û 6 ton teqemenî di avahiya fermandahiya balafirxaneyê de teqandiye destpê kiriye.
Ji aliyekî din ve, çalakvanên opozisyona Sûrî ragihandin ku çekdarên opozisyonê bi moşekên li dijî tankan duh roja duşemê berve navçeyên Beşar Esed ve birê ketin.




