Pêwîstiya penaberên surî bi alîkariya civaka navdewletî heye

Hewlêr-KDP.info/ Bi minasibeta destbikarbûna wî weke berpirsê nû yê komisyona bala ya karûbarên penaberan (UNHCR) li herêma Kurdistanê, duhî, Wîlyam Tol serdana fermangeha têkeliyên derve li bajarê Hewlêrê kir û ji aliyê Felah Mistefa berprisê têkeliyên derve yê hikûmeta herêma Kurdistanê ve hat pêşwazî kirin.
Di civînekê de ku, Suham Cebelî alîkara berpirsê têkeliyên derve amade bû, Felah Mistefa pîrozbahî li destbikarbûna berpirsê nû yê UNHCR li herêma Kurdistanê kir û got ku, hikûmeta herêma Kurdistanê bi çavekî gelek giring li kar û xebatên UNHCR dinêre û amdeye hemû hevkarî û hevahengiyê pê re bike.
Wîlyam Tol berpirsê nû yê komsyona balaya karûbarên penaberan li herêma Kurdistanê di axaftinekê de got ku, berî ew bihête herêma Kurdistanê ew haydarî rewşa aram û pêşkeftinên herêma Kurdistanê bû û hêvî kir ku di dema karkirina xwe de li herêma Kurdistanê bikaribe bernameya xwe cîbicî bike.
Her di vê civînê de behsa rewşa penaberên surî yên li herêma Kurdistanê hat kirin û berpirsê têkeliyên derve yê hikûmeta herêma Kurdistanê got ku, hijmara penaberên surî li herêma Kurdistanê roj bi roj zêde dibe û pêwîstî bi alîkariya civaka navdewletî heye.




