Hikûmeta Kurdistanê pêdawîstiyên anîna termê Şêrko Bêkes bo Kurdistanê li ser xwe digire

Hewlêr-KDP.info/ Di daxuyaniyekê de bo malpera fermiya hikûmeta herêma Kurdistanê, Kawe Mehmûd wezîrê rewşenbîrî û gêncan yê hikûmeta Kurdistanê bi navê Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê Kurdistanê peyameke sersaxiyê pêşkeşî malbata mamoste Şêrko Bêkes û dost û hevalên wî û hemû xelkê Kurdistanê kir got:
- Li ser tewsîyeya birêz Nêçîrvan Barzanî, hikûmeta herêma Kurdistanê dê hemû pêdviyên anîna termê mamoste Şêrko Bêkes ji Swêdê bo Kurdistanê, merasima pêşwazîkirinê û merasima sersaxiy û hemû wzîfeyan li ser xwe digire û vê yekî jî bi wezîfeya xwe dizane. Ji bona vê yekê jî hevahengî digel malbata mamoste Şêrko Bêkes tê kirin.




