Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Serokê Encumena Nûnerên Iraqê kir

Îro şemî 28/04/2012 birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê li bajarê Hewlêrê pêşwaziya birêz Usame El Nucêfî Serokê Encumena Nûnerên Iraqê û Esîl El Nucêfî Parêzgerê Nînowa kir.
Li civînê de, behsa pêvajoya siyasiya Iraqê hate kirin û her du alî li ser pêwîstiya peydakirina çareseriyeke giştgîr ji bo wan hemû kêşe û gîr û giriftên ku rûbirûyê Iraqê bûne bi hevre bûn û bi pêwîstî zanîn ku çareserî li ser bingeha bi cîhkirina destûr û peymana Hewlêrê bê.
Li mijareke dinê civînê de her du alî xweşhaliya xwe bi beramber wê rewşa aramî û başa ku li Parêzgeha Nînowa hatiye holê derbirîn bi taybetî piştî vegerana Lîsta Birayetî li nav Encumena Parêzgeha Nînowa û li vî warî de Esîl El Nucêfî Parêzgerê Nînowa ragihand ku wekî Parêzgehê Nînowa dikarin sûd li ezmuna Herêmê ya li hemû waran da wergirin û Serok Barzanî jî amadehiya Herêma Kurdistanê ji bo her hevkariyek derbirî.




