Serok Barzanî beşdariya perseya Hebîb Muhemed Kerîm kir
Duhî li Hewlêrê bi beşdariya Serokê Kurdistanê birêz Mesûd Barzanî yekemîn roja perseya Sekreterê berê yê partiya demokrata Kurdistanê Hebîb Muhemed Kerîm li mizgefa Celîl Xeyat hate birêvebirin.
Di vê merasima han de hijmareke zêde ji nunerên part û aliyên siyasî yên Kurdistanê, wezîr, kesayetiyên siyasî, rewşenbîr, akademîsyen û Rayedarên hikûmetê jî amadebûn.
Hêjayê gotinê ye ku, Sekreterê berê yê partiya demokrata Kurdistanê xwwedê jê razî Hebîb Muhemed Kerîm beriya çend rojan wefat kiribû.




