Nêçîrvan Barzanî beşdariya merasima sund xwarina Ruhanî kir

Duhî Serokwezîrê hikûmeta Kurdistanê birêz Nêçîrvan Barzanî ku, duhê serdana Êranê kir bû, beşdariya merasima sund xwarina Serokkomarê nû yê Êranê Hesen Ruhanî kir.
Ev merasima han di saet 2 ya bi wextê Êranê hate lidarxistin û têde hijmareke zêde ji berpirs û nunerên welatên biyanî jî tê de beşdar bûn.
Weke tê zanîn Hesen Ruhanî di hilbijartinên vê carê yên Êranê de weke Serokkomarê Êranê hate hilbijartin û duhî bi awayekî fermî postê Serokkomariyê ji Serokkomarê berê Mehmûd Ehmedînejad werdigire.




