26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Yekem care Tirkiyê serdana serokwezîrê Kurdistanê bi fermî diweşîne

Çavkanî: KDP.info

Wezareta derve ya Tirkiyeyê serdana Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê Kurdistanê bo Tirkiyeyê û hevdîtina digel Ehmed Daudoglo wezîrê derve yê Tirkiyeyê di malpera xwe a fermî  de diweşîne û ev dibe cara yekem ku, wezareta derve ya Tirkiyeyê bi fesmî nûçeya serdana serokwezîrê Kurdistanê bo Tirkiyeyê  bi femî di malpera xwe diweşîne.

Gelek caran serok û mezine berpirsên herêma Kurdistanê serdana Tirkiyeyê kriye û digel desthilatdarên  Enqereyê civyane, lê ev yekem care werzareta derve ya Tirkiyeyê bi fermî behsa serdana vê dawiyê ya Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê Kurdistanê bo Tirkiyeyê û civîna digel wezîrê derve yê Tirkiyeyê Dawudoglo dike.

Nûçe dibêje:

-Birêz Ehmed Dawudoglo wezîrê derve yê Tirkiyeyê roja 30ê tîrmehê 2013ê digel birêz Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê hikûmeta herêma Kurdistanê (IKRG) civiya.

 Berdewamiya nûçeyê dibêje ku, di civînê de behsa têkeliyan û bi taybetî têkeliyên di warê enerjiyê de hatiye kirin û her du aliyan xwesteke xwe ji bo xurtkirina peywendiyan di hemû waran de nîşan daye:

- Her du aliyan dilgiraniya xwe li hember rewşa Îraqê û zêdebûna kiriyarên terorîstî li Îraqê nîşan da û her du aliyan dîtinên xwe ji bona çareserkirina aloziyên emnî li Îraqê berçav kirin. Her wesa di civînê de behsa rewşa Suriye, Misir û Kongreya Netewiya Kurdî kir.

Nûçeyên têkildar