25/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Şndeyeke Elmaniyayê serdana penabrên surî li Dumîzê dike

Çavkanî: KDP.info

Duhî roja şemiyê 03.08.2013ê, şandeya hikûmeta Elmaiyayê ku, ji Derk Nîbel wezîrê hevahengiya aborî û geşepêdana Elmaniyayê û hijmareke  rojnamevan pêkatibû bi rêya firokexaneya Hewlêrê ya navdewletî gihiştin herêma Kurdistanê ji bal Felah Msitefa berprisê têkeliyên derve yê hikûmeta herêma Kurdistanê, sefîrê Elmaniyayê yê Iraqê û Dilşad Barzanî nûnerê hikûmeta herêma Kurdistanê li Elmaniyayê ve hat pêşwazî kirin.

 Wezîrê hevahengîya aborî û geşepêdana Elmaniyayê dê di çarçoveya serdna xwe ya bo herêma Kurdistanê de digel Kerîm Şingalî wezîrê navxwe û Felah Mistefa berprisê têkeliyan, ji bona ji nêzîk haydarbûn li ser rewşa jiyana penaberên surî û mekanîzma pêşkeşkirina alîkariyan, serdana kampa Dumîz a penaberên rojavayê Kurdidtanê li wîlayeta Duhokê bikin.

Hikûmeta herêma Kurdistanê di dîdar û hevdîtinên xwe de digel berprisên welatên biyanî gelek car civaka navdewletî rexnekiriye ku, weke pêwîst destê alîkariyê bo penaberên surî yên li herêma Kurdistanê dirêj nakin.

Nûçeyên têkildar