26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Erministan dixwaze têkeliyên xwe bi herêma Kurdistanê re xurt û berfireh bikin

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info/ Di dîdareke di navbera Felah Mistefa berpirsê têkeliyên derve yê hikûmeta herêma Kurdistanê û Tegran Harotyonan cîgirê wezareta aboriya komara Ermenistanê têkeliyên navbera Kurdistan û Ermenistanê hatin behis kirin.

Di dîdarê de ku, Manfel Badîyan endamê parlamentoya Ermenistanê û Murad Murdaiyan sefîrê Ermensitanê yê li Îraqê amadebûn, behsa mekanîzma xurtkirin û berfirehkirina têkeliyên di warên cihê de di navbera her du aliyan de hat kirin.

Şandeya mêvan behsa serdna xwe ya bo herêma Kurdistanê kir û got ku, ew dixwazin ji nêzîk haydarî rewşa Kurdistanê û derfetên investkariyê li herêma Kurdistanê bibin. Wî got ku, Ermenistanê têkeliyên baş digel gelek welatên Rojhilata Navîn hene û ew nuha dixwaz in têkeliyên xwe bi herêma Kurdistanê ku, taybetmendiya xwe heye, re jî xurt û berfireh bikin.

 Sefîrê Ermenistanê got ku, piştî vekirina sefaretxaneya Ermenistanî li Bexdayê û vekirina sefaretxaneya Îraqê li Êrîvanê, nuha hikûmeta Ermenistanê lêdixebite ku, konsolxaneya xwe li herêma Kurdistanê veke.

 Ji aliyê xwe ve Felah Mistefa berpirsê peywendiyên derve yê hikûmeta Kurdistanê got ku, xwesteke hevbeş heye ku, her du alî, Kurdistan û Ermenistan, têkeliyên xwe di warê cuda de ku, di berjewendiya her du aliyan de be xurt û berfireh bikin û vekirina konsulxaneya Ermenistanê li Hewlêrê dê peywendiyên dualî bixe di qonaxek nû û pêşkeftî de, bi taybetî ku têkeliyên dosta di nabera her du gelên kurd û emenî de hene.

Nûçeyên têkildar