26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Kampa nû dikare 15000 penaberên rojavayê Kurdistanê werbigire

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info/ Bi armanca haydarbûn ji rewşa birêvaçûna kar û bernameya avakirina kampa Dareşekran bi penaberên rojavayê Kurdistan li bajarokê Xebat ser bi wîlayeta Hewlêrê ve, Newzad Hadî serdana pirojeyê avakirina kampa Dereşekran kir.

Di civînekê de ku, qaymeqamê bajarokê Xebat, komisyona balaya Penaberan, rêxistinên ser bi Neteweyên Yekgirtî ve, ajansên xêrxwaziyên navdewletî û serperiştê kampê amade bûn, behsa rewşa pirosesa avakirina kampê hat kirin.

Ev kampa ji bo penaberên rojavayê Kurdistanê tê avakirin, dikare 3000 xêzanan, ango 15000 kesan werbigire ku li ser rûberê 300 donem zevî tê avakirin û her xêzanek zaniyek dibe xwediyê xaniyek  li ser rûberê 90 metro çargoşe ku, hemû pêdawîstiyên standard weke; av, elektirîk, rê û cade, dibistan, nexweşxane, mizgeft, makret  dukan tê d ehene

Nûçeyên têkildar