Aysel Tugluk: Divê Tirkîye siyaseta xwe ya Rojava zela bike

Bakurê Kurdistanê-KDP.info/ Bi pêşengîya bajarvan û endamên meclisên jin yên şaredarîyên Partîya Aştî û Demokrasîyê (BDP), Tevgera Jinên Azad (DOKH), dest bi kampeyneke alîkarîyê jibo pêdivîyên jin û zarokên Rojava, kir.
Di encama van xebatan de 12 kamyon alîkarî hatin kom kirin. Ew alîkarî van lazimatîyan bişînin Rojava, çûn derîyê sînor yê Şenyurt ya Qoserê (Kiziltepe). Lê, derî jibo hinartina alîkarîyan nehat vekirin.
Hevseroka Kongreya Civaka (KCD) Aysel Tugluk got “Haya karbidestên dewletê ji vê kampeynê heye. Wan digot ewê derî vekin, lê niha bersîva me jî nadin. Heta derî vebe, emê li vir bizava rûniştinê lidar bixin.”
Birêz Tugluk got, "Hun hem derî jibo alîkarîyên mirovahî digirin hem jî xwepêşandanên jibo piştgirîya Rojava qedexe dikin. Lê, ji alîyekî din ve, bang li serokê PYD’ê dikin, pe re diaxivin! Divê Tirkîye sîyaseta xwe zelal bike.”




