25/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Kuştina Kurdan ji aliyê çeteyên El Nesra ve berdewam e

Çavkanî: KDP.info

Rojavayê Kurdistanê-KDP.info/ Çeteyên El Qaîde yên ku li hemberî şervanên Kurd şer dikin, êrîşî bajarokên Til Eran û Til Hasil ên navçeya Heleb ê kirin û di encam de herî kêm 50 Kurdên sivîl kuştin, 350 jî revandin.

 Hat zanîn ku kamyoneteke tê de 20 jin û zarok hebûn û ji Til Eranê direviya, ji aliyê çeteyan ve bi çekên doçka hat parçe parçe kirin. Sivîlên rastî êrîşan tên, ji bo canê xwe rizgar bikin direvin çolan

 Li Til Eran û Til Hasilê û gundên derdora wê nêzî 40 hezar Kurd dijîn. Gundên din jî di bin gefa komkujiyê de ne. Mirov malên xwe li dû xwe dihêlin û direvin. Tê gotin, ev çeteyên li ser navê Îslamê tevdigerin, malên mirovên di nava Eniya El Ekrad û meclîsên gel de cih digirin, dişewitînin, talan dikin û li ser navê Kurdayetiyê çi derdikeve pêşiya wan, hewl didin ji holê rakin.

 Herweha her li Rojava di navbera hêzên YPG’ê û çeteyên El Nesra de li Serêkaniyê û derdora wê şer û pevçûn dijwar bûne. Di van sê rojên dawî de komên çete yên girêdayî El Nusra û Artêşa Sûriyê ya Azad li dijî Kurdên sivîl êrîşên xwe zêde kirine.

 Çeteyan li Girê Sipî ku hejmareke zêde Kurd lê dijîn ji duh danê sibê ve cebilxane kom kirin û di saet 22.00’an de dest bi erîşan kirin. Di navbera hêzên YPG’ê û çeteyan de ku şerên dijwar diqewimin hat ragihandin çeteyan gelek wendahî dane. Û êrîşên çeteyan li dijî Kurdên sivîl jî zêde bûne.

Nûçeyên têkildar