26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Her sê parêzgehên herêma Kurdistanê dê 90 kursî hebin û 28 ji wan bo jinane

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info/ Serokê komsiyona bilinda serbexoya helbijartinan li Îraqê bo rojnama Evro diyarkir, ku jimara korsîkên her sê civatên parêzgehên herêma Kurdistanê hatine diyarkirin dê her sê parêzgehan 90 kursîk bin ji wana jî dê 28 bo jinanebin, dê 5 kursî bo kild û aşuriyan bin û kursiyek bo ermenan û sê jî bo Turkmanan.


Serbest Mistefa serokê komsyona bilinda serbexoya helbijartinan li Îraqê got: Komsyonê li dûv qanûna jimare sê ya sala 2009 ê, jimara korsîkên civatên her sê parêzgehên herêma Kurdistanê diyarkir, li parêzgeha Duhokê 28 korsîne, dê ji wana dû korsî bo gildû aşuriyan bin û kursîkek bo ermenan û neh kursî bo afiretan hatine terxankirin.


Serokê komsyona bilinda serbexweya helbijartinan li Îraqî xweyakir: Birriyar hatî ye dan li dûv jimara akincyên parêzgehên herêmê korsîkên civatên parêzgehan bihêne terxankirin li Hewlêr 30 korsîk dê civatê hebin jiwana jî dê sê kursî bo Turkmanan bin û du kursî bo kild û aşuriyan û neh kursî bo afiretan û li parêzgeha Silêmanyê jî dê 32 kursîk civata parêzgehê hebin, ji wana jî dê kursiyek bo kild û aşuriyan be û 10 kursî dî bo afiretan bin.


Navibirî aşikira kir, komsyon bo helbijartinên civatên parêzgehên herêma Kurdistanê ya beriheviyan dike, herwesa bi fermî komsyonê daxwaz ji hikûmet herêma Kurdistanê kirî ye helbijartinên civatên parêzgehan ji 1/11 heta 21/11 bihêne kirin û ji vî demî neborin.


Serbest Mistefa gotjî: Li dûv amarên gehiştîne komsîwnê li Silêmanyê milyonek û (560) hizar û (931) kesên akincî hene, li parêzgeha Hewlêrê, milyonek û (657) hizar û (684) kesên akincî hene, li Duhokî jî 1 ,, milyonek û (158) hizar û (633) kesin, li dûv vê jimara akinciyan korsîk dihêne danan lê hêşta jivanê encamdana helbijartinên civatên parêzgehan diyar nebûye, lê em kardikeyin bo encamdana helbjatinan dev sale da, em çaverêy bersiva hikumeta herêmê ne bo encamdana helbjatinên parêzgehan.


Serokê komsiyona bilinda serbexweya helbijartinan li Îraqê aşikira kir, heke helbijartinên civatên parêzgehan yên perlemanê Kurdistanê jî pêk ve bihêne kirin komsiyonê çi arîşe nabin, dê mezaxtin darayî li ser hikumetê kêmtir bin, komsyonê şiyan yêt hey her du helbijartinan pêk ve encam bidet, herwesa diyarkir piştî razîbûn li ser demekê diyarkirî bo helbijartinan dihête kirin, dê jinuke qewarên siyasî navyên berbijarên xwe xwe pêşkîşî komsyonê ken, daku kar li ser bi hête kirin.

Nûçeyên têkildar