26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

Civîna Barzanî bi nûnerên kurd re dest pê kir

Çavkanî: KRG.org

Civîna serokê Herêma Kurdistanê, Mesûd Barzanî digel nûnerên kurd yên Bexdayê, li bara rewşa niha ya Iraqê, dest pê kir.

Endamê civînê, Fatîh Daraxayî, got, hinekî beriya niha, civîna serokê Herêma Kurdistanê, Mesûd Barzanî digel nûnerên kurd li Bexdayê li bajarokê Pîrmam ê Hewlêrê dest pê kir.

Daraxayî, diyar kir, di civînê de, cîgirê serokwezîrê Iraq, Roj Nûrî Şawês, cîgirê duyem ê serokê parlamentoya Iraqê, Arif Tayfûr, serok û endamên fraksyona hevpeymaniya Kurdistanî li parlamentoya Iraqê û wezîrên kurdên hikûmeta Iraqê beşdar bûn.

Li bara rojeva civînê de, Daraxayî, got, wek dihat zanîn, rojeva civînê, rewşa niha ya Iraq û Herêma Kurdistanê û têkiliyên Hewlêr û Bexdayê û hinek pirsên din e.

 

Nûçeyên têkildar