26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

Erdogan bi tundî gef li Sûriyê kir

Çavkanî: AK News

Serokwezîrê Tirkiyê, Recep Tayyip Erdogan, ketina balafira şerî ya wî welatî ji aliyê Sûriyê ve wek “gefa eskerî” bi nav kir û diyar kir, êdî Tirkiye jî bi tundî bersiva Sûriyê bide. Recep Tayyip Erdogan, îro di civîna fraksyona AKP de li bara bûyera ketina balafira şerî ya wî welatî ji aliyê Sûriyê ve axivî û bi tundî gefa bersivdayînê li Sûriyê kir.

 

Erdogan di axaftina xwe de, ku bi zindî li televîzyonên Tirkiye û cîhanê de hat weşandin, behsa bûyera ketina balafira şerî ya Tirkiyê ji aliyê Sûriyê ve kir û got, balafira Tirkiyê li nav sînorê navdewletî de û bi awayekî dujmintî hatiye xistin.

 

Erdogan, wiha axivî, “Em li hember vê bûyerê bêdeng namînin lê emê di çarçoveya hiqûqa navdewletî de mafê xwe yê bersivdayînê jî biparêzin. Divê herkes bizane ku dostaniya me çiqas bihêz e, xezeba me jî wiqasî tund e.”

 

Serokwezîrê Tirkiyê, bersiva rexneyên ku li ser siyaseta Tirkiyê li hember Sûriyê jî tên kirin, da û got, ev rexne bi awayekî zimnî pişta rejîma Beşar Esed digirin.

 

Tê zanîn, roja 22 Hezîrana îsal, balafireke şerî ya Tirkiyê li aliyê deryaspî ji aliyê Sûriyê ve hatibû xistin.

Nûçeyên têkildar