Kurdek bû serokê encûmena parêzgeha Mûsilê

Mûsil-KDP.info/ Encûmena parêzgeha Mûsilê duhî çarşemê yekem kombûna xwe sazkir û tê de Esîl Nucêyfî weke parêzgar û kurdek bi navê Beşar Hemîd Kêkî endamê lîsta Hevpeymanîya Birayetî û pêkvejîyanê weke serokê encûmena parêzgeha Msûil hatin hilbijartin.
Li gor ajansa PNA duhî çarşema 31/7/2013 encûmena nû ya parêzgeha Mûsilê kom bû û ji koma 39 endamên wê, 38 endam di kombûnê de amade bû û endamê herê bi temenê kombûnê Zehwî Cefal ji lîsta Elmutehidûn serokatîya kombûnê kir.
Di kombûnê de dengdan bo hilbijartina serokê encûmenê û cihgirê serokê encûmenê hate encamdan û endamê lîsta Hevpeymanîya Birayetî û pêkvejîyanê Beşar Hemîd Kêkî bi misogerkirina 31 dengan ji 39 dengan weke serokê encûmenê hate hilbijartin û Nûredîn Yûnis jî ji lîsta Elmutehidûn weke cihgirê serokê encûmenê hate destnîşankirin, ku kesê navbirî turkmane.
Piştî hilbijartina serokê encûmena parêzgeha Mûsilê û cihgirê wî, dengdan bo destnîşankirina parêzgarê nû yê Mûsilê jî dest pê kir û li gor rêkevtina navbera alîyê Kurdî û lîsta Mutehidûn, Esîl Nucêyfî bi piranîya dengan weke parêzgar hate hilbijartin. Eve cara duyemîne ku Nucêyfî posta parêzgarîya Mûsilê bi dest ve dihîne.




