BDPê ji bo Kakeyî sersaxî xwest
Bakurê Kurdistanê-KDP.info/ Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP), ji bo siyasetmedar û rewşenbîrê Kurd Felekedîn Kakeyî yê ku duh jiyana xwe ji dest dayî, peyameke sersaxiyê weşand.
Di peyama ku bi îmzeya Hevserokên BDPê Gultan Kişanak û Selahadîn Demîrtaş hatiye weşandin de wiha tê gotin: "Bi xemgînî me bihistiye ku yek ji siyasetmedarên Kurdistanê yên rêzdar û ramanwer Birêz Felekedîn Kakeyî di encama krîza dil de jiyana xwe ji dest daye.
Emê Birêz Kakeyî ku di dema bi awayekî aktîf di nav Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) de xebat bi rê ve dibir tevkariya dida têkoşîna azadiyê, piştî siyasetê jî xebatên entelektuel bi rê ve dibir. Dîsa tevkariya li çanda Kurd kir û emê timî bi hurmet bi bîr bînîn. Wek BDPê em ji birêz Kakeyî re ji Xwedê rehmet; ji malbatê û gelê Kurd re sersaxiyê dixwazin.” Rûdaw




