26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

Encûmenên Niştimanî yên Kurdî û Sûrî dê li Qahîreyê bicivin

Çavkanî: AK News

Berpirsê Peywendiyên Derve yê Encûmena Niştimaniya Kurd li Sûriyê (ENKS) ragihand ku di navbera wan û Encûmena Niştimanî ya Sûrî de komîteyek hevbeş hatiye damezrandin ji bo pêşxistina peywendiyên dualî.

 

Li gor ajansa Kurdistanê AKnewsê ya nûçeyan Ebdilhekîm Beşar Berpirsê Peywendiyên Derve yê ENKSê ragihand ku duhî her du encûmenan ENKSê û ENSê komîteyeke hevbeş ku ji 15 kesan pêk tê pêk hênan.

 

Beşar ronî kir, “Erkê wê komîteyê ku peywendiyên di navbera herdu encûmenan de birêve bibe û pêngavan berev peydakirina piştgiriya bo şoreşa gelê Sûriyê bavêje.”

 

Ebdilhekîm Beşar ku hevdem serokê Partiya Demokrata Kurd li Sûriyê ye diyar kir ku erkê vê komîteyê amadekirina kongreyekê ji dijbereya Sûriyê re ye ku biryar e piştî hefteyekê li Qahîreyê saz bibe.

 

Beşar got ew komîte hemû kes û aliyên Sûrî vedixwîne bo Kongreya Qahîreyê taku piştevaniyeke xurtir bo şoreşa gelê Sûriyê ji qada navdewletî dabîn bikin.

 

16 meh derbaz bûn li ser destpêkirina xwepêşandan û raperîna gel li Sûriyê li dijî rejîm û desthilatê ku heta niha ji ber tepisandina xwepêşandanan ji aliyê hêzên rejîmê ve di bûyeran de zêdetirî 16 hezar kesî ji welatiyên sivîl canê xwe ji dest dane.

Nûçeyên têkildar