26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Serokê desteya mafê mirovan li Kurdistanê serdana kempa Domîzê kir

Çavkanî: KDP.info

Dihok-KDP.info/ Îro serokê desteya serbixwe ya mafê mirovan li Kurdistanê bi serperiştiya şandekê serdana kempa Domîz ya awareyên Sûriyê da û ji nêzîk ve li ser rewşa kempê agehdar bû.

Li dur vê seredanê (Ziya Bitirs Selîwe) serokê desteya mafê mrovan li kurdistanê got: " Ji ber ku hijmareka zor ya hawlatiyên Sûrî koçberiya vêrê kirine, gelek kêmukasî hene û bûye erkek li ser hikûmeta herêmê ji berhndê neşêt bidirstî rolê xwe bibîne û pêdviyên wan dabîn bike, ji ber hindê fere û ya pêtvî ye ji rêkxirawên nêvdewletî û rêkxirawên xêrxwazî û ew rêkxirawên bi karên penaberan radibn îro çav bi vê kempê bi kevin û seredana kempê bikin."

Dîsan navbirî diyarkir ku pîdviye ew rêkxirawên dinava kempa Domîz de baştirîn şêwe reftarî digel xelkê dinav kempê de bikin û mafê penaberên Sûrî biparêzin weku her mirovekî din.

 Herweha aşkera jî kir ku, " Em bitenê nikarin çi karan bikin eger rêkxirawên nehikûmî piştivaniya me nekin lewma daxwazî ji rêkxirawên nehikûmî dikin ku bêtir xwe biwestînin daku mafê mirovan li Kurdistanê bihête parastin."

Nûçeyên têkildar